• Tuesday, 17 February 2026
logo

Blomberg: Girtiyên Îranî û Amerîkî têne azad kirin

Gulan Media September 14, 2023 Nûçe
Blomberg: Girtiyên Îranî û Amerîkî têne azad kirin

Hefteya pêşiya me têne azadkirin.

Ajansa Blomberg ya Amerîkî li ser zarê çand çavkaniyên dîplomatîkî belav kiriye ku, Amerîka û Îran li ser azad kirina du alî ya welatiyên xwe yên girtî lihev kirine.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, li gor lihev hatinê, vê girtiyên Amerîkî li Îranê û girtiyên Îranî yên li Amerîkayê vê hefteya pêşiya me beriya civîna civata giştî ya Netewên Yekgirtî têne azadkirin.

Li gor rêkeftina navbera Îran û Amerîkayê vê Amerîka 5 Îraniyên girtiyên Îranî û Îran jî 5 girtiyên Amerîkayî azad bikin.

Weke tê zanîn ev danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê bi miyancîgeriya Qeterê bûne.

Top