Sûriye: 111 cîhadî hatine kuştin
Li Îdlibê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.
Li gor nûçeyeke Arap World Press hêzên rejîma Sûriyeyê weke bersifdayîna êrîşên komên çekdar yên bo ser hêzên rejîmê li Îdlib û derdorê, operasiyoneke berfire li zozanên Îdlibê lidar xistine.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, wezîrê berevanî yê Sûriyeyê diyar kiriye ku, di encama ev operasiyon û êrîşên han de yên ku, balefirên Sûrî û Rûsî jî têde beşdar bûne herî kêm 111 çekdar hatine kuştin û 80 çekdarên din jî birîndar bûne.
