• Tuesday, 17 February 2026
logo

Lijneya Asayîş û Berevanî ya Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolîna li bûyerên Kerkûkê geheşt bajêr

Gulan Media September 12, 2023 Nûçe
Lijneya Asayîş û Berevanî ya Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolîna li bûyerên Kerkûkê geheşt bajêr

Îro 12.09.2023yê Lijneya Asayîş û Berevanî ya Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolîna li bûyerên Kerkûkê geheşt bajêr, lê hêzên ewlehiyê ji bo fêlkirina li wê lijneyê li taxên kurdan xwe vekêşandin.

Li gor zanyariyên BasNewsê li gel geheştina lijneya lêkolînê, hêzên ewlehiya Iraqê bilez li taxên kurdan xwe vekêşan, ku ji bo ew rastî aşkera nebin ku bi zora hêzê xelkê kurd li Kerkûkê tê serkut kirin.

Vê derbarê de endamê Lijneya Asayîş û Berevanî ya Parlamentoya Iraqê Merîwan Qerenî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev serdana lijneya me piştî wê yekê tê ku destpêka vê heftiyê Parlamentoya Iraqê biryar da lijneyek ji bo derxistina rastiyên derbarê bûyerên Kerkûkê de, ji aliyê Lijneya Asayîş û Berevanî ve bê pêkanîn û serdana bajêr bike.’’

Herwaha got: ‘’Em dê hewl bidin serdana xwe ya îro de rastiya bûyeran destnîşan bikin û wan kesan destnîşan bikin ku berpirsin li şehîd kirina ciwanên Kerkûkê û hewla derxistina aloziyan daye û li ser bingehê tayfeyî rê nedane partiyên Kurdistanê bi azadî li Kerkûkê karê xwe bikin.’’

 

Basnews

Top