Serok Barzanî pêşwaziya balyozê komara îslamiya Îranê li Iraqê kir
Roja dûşema 11ê Eylûla 2023 li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraqê birêz Mihemed Kazim Al Sadiq û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraqê, spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşkêşkirina hêsankarî û xizmetguzariyên ji bo ziyaretkarên Îranî û tekez jî li berev pêşvebirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê kir.
Rewşa siyasiya navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û pêwîstiya çareserbûna kêşeyên di navbera her du aliyan mijarên dinê vê hevdîtinê bû.
