• Tuesday, 17 February 2026
logo

Siûdiye têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

Gulan Media September 12, 2023 Nûçe
Siûdiye têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

Serokwezîr li gel şandeke Siûdî civiya.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Siûdî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke Erebistana Siûdî bi Serokatiya Şêwirmendê wezîrê hêlbirînê yê Siûdiyeyê birêz Sed Elşehranî kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Siûdiyeyê di warê pêşde birina hêlbirîna Siûdî li Îraq û herêma Kurdistanê de kir.

Rixmî balkêşandine ser têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera herêma Kurdistan û Siûdiyeyê de, me bi awayeke kurt behsa reformên kabîneya 9an yên di warê pir cure kirina abûrî û kar asanî kirin bo Hêlbirênerên navxweyî û dereve kir.

Şêwirmendê wezîrê hêlbirînê yê Siûdî xwesteka welatê xwe ya bo bihêztir kirina têkiliyên du alî di warên curbicur de diyar kir bi taybetî di warê torîzm, çandinî û hêlbirînê de.

 

Top