• Tuesday, 17 February 2026
logo

SIWÊREG - 2 malbat ji ber erdan bi hev ketin: 6 kes birîndar bûn

Gulan Media September 11, 2023 Civakî
SIWÊREG - 2 malbat ji ber erdan bi hev ketin: 6 kes birîndar bûn

Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber pirsgirêka erd û zeviyan di navbera 2 malbat da pev çûn, di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Li taxa Buyuk Kazanliyê ya Siwêregê doh ji ber pirsgirêka li ser erd û zeviyan di navbera 2 malbatan de alozî derket, piştî ku alozî zêde bû bi kevir, dar û çekan pev çûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di şerê du malbatan de Şêxmûs (42), Mehmet Nedîm (46), Mistefa (56), Hemdullah (44) û Sînan K. (68) û Sînan S. (25) birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Hêzên ewlehiyê li taxê û ber nexweşxaneyê tedbîr zêde kirin.

 

Rudaw

Top