• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Parîsê êrîş li balyozxaneya Îranê hat kirin

Gulan Media September 10, 2023 Nûçe
Li Parîsê êrîş li balyozxaneya Îranê hat kirin

Li gorî ajansên Îranê, Balyozxaneya Îranê ya li Parîsê ji aliyên kesên nenas ve rastî êrişekê hat û agir bi deriyekî balyozxaneyê ketiye.

Li gorî zanyariyan, heya niha berpirsên êrîşê nehatine eşkerekirin û polîsên Fransayê dest bi lêkolînê kirine.

Ajansên Îranê amaje bi wê dikin, li gorî Peymana Viyenê, divê polîs û hêzên ewlehiyê yên Fransayê nûneratiyên Îranê yên li Parîsê biparêzin, lê îro danê êvarê êrişî balyozxaneya Îranê li Parîsê hat kirin.

 

K24

Top