Merîwan Qerenî: Bi birsîkirina xelkê Kurdistanê ve dixwazin enfalekî din li serê me bînin
Cîgirê serokê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê peyamek arasteyî wan partî, alî û kesan dike ku bûne parêzerên Iraqê û dibêje, piştî derketina yasaya budceya giştî ya 3 salên Iraqê, her ew kesane bûn ku beşek bûn ji plangeriya şovenîstî ya Iraqê.
Cîgirê Serokê Fraksiyona PKDê li Parlamentoya Iraqê Merîwan Qerenî ragehand: ‘’Di heyama borî de hejmarek partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî, li gel hin kesên curbicur, bi her awayekî be li xizmeta wan partiyên siyasî de ne û bûne parêzgerên hikûmeta Iraqê û berdewam xelkê Kurdistanê teşfîq dikin ku fişarê bixin ser hikûmeta xwe ku hemû tiştekî Kurdistanê radestî Bexdayê bikin ango ji petrolê heta tiştê herî biçûk digotin radest bikin.
Merîwan Qerenî teqez dike, ku piştî derketina yasaya budceya giştî ya 3 sal a Iraqê, ku mixabin her ew partiyên Kurdistanî jî bûn beşek ji wê plangeriya şovenîstiya Iraqê û destwerdan li hemû xal û wan madeyan de kirin ku li gor rêkeftina di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta federal a projeyasaya budceyê de hatibû nivîsandin. Lê her çawa be yasaya budce hate derxistin û eger wekî xwe hatiba cîhbicîh kirin, pêwîstbû tenê di sala 2023yê de zêdetirî 16 trîlyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê pêwîstbû hatiba şandin.
Parlamenterê PDKê amaje bi wê yekê jî kir ku: ‘’Mixabin careke din li Bexdayê ve, ewên ku şikesta xwe ya bi dehan salan bi êrîşkirina ser Herêma Kurdistanê dadipoşin. Ewên hîn xewnê bi wê yekê dibînin ku derfet bînin û enfaleke din li ser gelê Kurdistanê bikin û bi rêya destwerdana birçî kirina xelkê Kurdistanê ve dixwazin wê yekê pêkbînin. Ne tenê ew 16 trîlyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê neşandin, tenê ji heştan yek ê wî pareyî şandine, ku ew jî zulmeke aşkera û liberçave li gelê Kurdistanê û herêma me tê kirin.
Basnews
