• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Semsûrê ji ber harbûnê gundek hat karantînekirin

Gulan Media September 10, 2023 Corane
Li Semsûrê ji ber harbûnê gundek hat karantînekirin

Gundê Bileyleyê yê navçeya Alduşê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber harbûnê hat karantînekirin.

Li gundê Bileyleyê, piştî ku hespê Ramazan Saridogan êrişî wî kir û ew gez kir, gundiyan Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Alduşê agahdar kir.

Tîmên Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Alduşê li ser daxwaza xelkê çûn gundê Bileyleyê û parçeyên ku ji hespê wergirtin ji Rêveberiya Enstîtuya Lêkolîn û Kontrolê ya Veterîneriya Edeneyê re şandin.

Piştî lêkolînan hat diyarkirin ku hesp har bûye.

Bi biryara Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Alduşê gundê Bileyleyê 6 mehan hat karantînekirin.

Dê ji sibe û pê ve hespê Ramazan Saridogan û ajelên gund bên dermankirin.

Ramazan Saridogan ê xwediyê hespê li Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê li dijî harbûnê dermankirin.

Berpirsê Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Alduşê Fethi Gurbuz jî li ser bûyerê got:

“Harbûn nexweşiyek e ku derbasî mirovan jî dibe, ji ber wê em dê derziyê li hemû ajelên gund bidin. Ketin û derketina ajelan ji gund dê qedexe be.”

 

Rudaw

Top