• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Mereşê zilamekî hevjîna xwe kuşt

Gulan Media September 10, 2023 Civakî
Li Mereşê zilamekî hevjîna xwe kuşt

Li navçeya Onikişubatê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî zilamekî hevjîna xwe kuşt.

Li gorî zanyariyan li Taxa Molla Goranî ya Onikişubatê, doh êvarê di navbera Î.Y. yê 45 salî û hevjîna wî F.Y. ya 41 salî de ji ber sedemeke ne diyar nîqaş derketiye.

Di encama nîqaşê de Î.Y. li malê bi çifteyê hevjîna xwe kuşt.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Cenazeyê F.Y.yê  piştî lêkolînên li cihê bûyerê birin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Sutçu Îmamê.

Herwiha Î.Y.yê  ku ji cihê bûyerê reviya ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Mereşê.

 

Rudaw

Top