Li Yûnanîstanê ji ber lehiyan hejmara kesên canê xwe ji dest dane geheşt 10 kesan
i parêzgehên Volos, Pilio, Larisa, Trikala û Kardiça yên Yûnanîstanê û herêma Teselya ji roja 5ê Îlonê heta naha barîna baranên tund bû sedemê lehiyan û ji ber wan lehiyan hejmara kesên canê xwe ji dest dane geheşt 10 kesan.
Wezîrê Krîza Avhewa û Berevaniya Sivîl Vasilis Kikilias ragehand, ji ber bilindbûna çemê Pinio gelek gund di bin avê de mane û ji ber lehiyan dibe ku rewş xirabtir bibe û divê hişyarî hebe.
Herwaha ragehand, ji roja Sêşema borî heta naha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane geheştiye 10 kesan û kesên din jî hîn winda ne û li herêmê 20 helîkopter xebatên lêgerîn û rizgarkirinê birêve dibin û ji bo gundên ku astengiyan jiyan dikin jî xwarin û av tê birin.
Hat ragehandin di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de hêzên çekdar jî beşdar dibin û nêzîkî 2 hezar kes hatine rizgar kirin.
