• Tuesday, 17 February 2026
logo

Koreya Başûr têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê bihêztir dike

Gulan Media September 9, 2023 Nûçe
Koreya Başûr têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê bihêztir dike

Konsulusê vê welatî xatir ji Serokwezîrê Kurdistanê xwest.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Koreya Başûr yê li Hewlêrê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusê giştî yê Komara Kore ya li Herêma Kurdistanê birêz Cho Kijong kir ku, bo xatir xwestinê serdana me kiribû.

Rixmî balkêşandine ser têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera herêma Kurdistan û Koreya Başûr de, me spasiya Konsulusê giştî yê Koreya Başûr kir bo kar û çalakiyên xwe yên bo pêşde birina têkiliyên du alî û di pîwerdariya nû de jî jê re hêviya serkeftinê xwest.

Konsulusê giştî yê Koreya Başûr jî rêzdariya xwe ya li hember hevkarî û hemahengiya baş ya dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê ya li gel Konsulusxaneya welatê xwe diyar kir û balkêşande ser amadebûna welatê xwe bo zêdetir pêşde birina têkiliyên navbera Koreya Başûr û herêma Kurdistanê bi taybetî di warê xwendin, piştîvanî kirina reformên kabîneya 9an yên taybet bi dicîtalîzekirina xizmetgozariyên giştî.

 

 

 

Top