• Tuesday, 17 February 2026
logo

HRW: Hêzên Iraqî bê ku hişyariya pêşwext bikin gule li xwepêşandarên kurd ên Kerkûkê rêşandin

Gulan Media September 9, 2023 Nûçe
HRW: Hêzên Iraqî bê ku hişyariya pêşwext bikin gule li xwepêşandarên kurd ên Kerkûkê rêşandin

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a bi navê Human Rights Watch zanyariyên nû derbarê şehîd kirina 4 kesên kurd ji aliyê hêzên Iraqê li Kerkûkê aşkera kir û radigehîne hêzên Iraqî bê ku hişyarî û agahdariyekî pêşwext bidin gule li xelkê rêşandine.

Human Rights Watch, daxuyaniyek di malpera xwe ya fermî de belav kir û amaje bi xwepêşandanên Kerkûkê kir û ragehand, hêzên ewlehiya Iraqê li Kerkûkê bi rêya kuştin û girtina rojnamevanan ve dijî xwepêşandanên kurdên Kerkûkê rawestaye.

Herwaha diyar kir, herçend çend rojekî xwepêşanderên ser bi pêkhateya ereb û tirkmen li ser rêya navbera Hewlêr û Kerkûkê bûn û rê daxistibûn û dijatiya biryara radest kirina binkeyên PDKê dikirin, lê piştî xwepêşanderên kurd ku dijî wî karê xwepêşanderên ereb û tirkmen rijiyan ser şeqaman û geheştin cîhê wê çalakiyê, hêzên ewlehiya Iraqê belav bûn û hêz û zor bikaranîn ji bo belav kirina xwepêşanderan.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan bi zimanên şahidên bûyerê dibêje: ‘’Hêzên ewlehiya Iraqê ji nişkava û bê ku agahdarî û hişyariyekî pêşwext bidin dest bi gule rêşandinê kirine, dibe ku ew gule rêşandine li hember kevir avêtina xwepêşanderan hatibe kirin.

Herwaha tê gotin ew tundî tenê li hember xwepêşanderên kurd ên Kerkûkê nebûye, herwaha hejmarekî zêde ji rojnamevanan jî tundî li hember wan hatiye birkaranîn.

Herwaha daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî dike, encamên destpêkê yên vê lêkolînê demekî kurt de aşkera bike, ku bi rêya lijneyek û bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve destpê kiriye û ew kesên ku ji wê binpêkirinê berpirs in, radestî dadgehekî dadperwer bên kirin.

 

Basnews

Top