• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka: Me 36 operasiyon kirine

Gulan Media September 9, 2023 Nûçe
Amerîka: Me 36 operasiyon kirine

Piraniya wan li Îraqê bûne.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê belav kiriye ku, di meha Tebaxê de li Îraq û Sûriyeyê bi giştî 36 operasiyon li dijî DIŞIê lidar xistine.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, piraniya operasiyonên han li Îraqê de hatine lidarxistin û di encama wan operasiyonan de herî kêm 7 berpirsên DIŞIê hatine kuştin û 25 endamên din yên DIŞIê hatine girtin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, 8 ji wan operasiyonan li Sûriye û 28 operasiyonên din jî li Îraqê hatine lidarxistin.

Top