• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parêzgarê Hewlêrê bi fermî Hakimê Tennessee vexwand Hewlêrê

Gulan Media September 8, 2023 Nûçe
Parêzgarê Hewlêrê bi fermî Hakimê Tennessee vexwand Hewlêrê

Di çarçoveya serdana bo Amerîka de, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw li gel Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Tirîfa Ezîz û şanda pê re, îro pêncşemê bi Hakimê Tennessee Bill Lee re civiya.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, Omêd Xoşnaw silavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihandin Hakimê Tennessee û wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew bi fermî vexwend ku serdana Hewlêra Paytext bike.

Li gorî daxuyaniyê, Hakimê Tennessee spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Hewlêrê kir û kêfxweşiya xwe bi vexwandina fermî nîşan da û tekezî li wê kir, ewê di demek nêzîk de serdana Hewlêrê bike.

Di mijareke din a hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hat kirin û dawî pêşhatên Iraq û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de jî, Parêzgarê Hewlêrê piştevaniya Amerîka bo Herêma Kurdistanê bilind nirxand û xweşhaliya xwe jî ji bo alîkarî û piştevaniya Amerîka bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de nîşan da û berdewamiya piştgîriya Amerîka ji Herêma Kurdistanê bo aramiya navçeyê, bi pêwîst zanî.

 

K24

Top