Şaredariya Parîsê baxçeyekî binavûbang bi navê ‘’Jîna Emînî’’ nav lê kir
Baxçeyê Villemin yek ji baxçeyên herî binavûbang ê Parîsê ye û sala 1977ê li cîhê nexwaşxaneya leşkerî ya berê Villemin, bi navê ‘’Jan Antonio Villemin’’ hatiye bi nav kirin ku yekji bijîşkê binavûbang ê Parîsê bûye.
Ew baxçe baxçeyekî giştî ye û ji aliyê helkefta erdnîgarî ve dikeve navçeya 10 a Parîsê û nêzîk nexwaşxaneya Sant Luis e.
Şaredariya Parîsê navê wî baxçeyê dîrokî bi navê Jîna Emîn ve nav lê kir. Ev yekem baxçe yê herî binavûbang ê Parîsê ye ku navê wê keça kurd tê binav kirin.
Jîna Emînî keça kurd a xelkê bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê bû roja 13ê Îlon a 2022yê li Tehranê bi bahaneya çarik û lêçeka wê neguncawe ji aliyê polîsê exlaq ê Îranê ve hat girtin û êşkence kirin û lêdan û piştre jî kete komayê û piştî 3 rojan li nexwaşxaneyê roja 16ê Îlon a 2022yê li nexwaşxaneya Kesra li Tehranê şehîd bû.
Piştî şehîdbûna wê keça kurd li Rojhilatê Kurdistanê û bi giştî li Îranê jî xwepêşandanên berfireh destpê kirin û navê Jîna Emînî ne tenê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi giştî li seranserê cîhanê belav bû û ew dem wek dema Şoreş Jîna hat pênase kirin û navê Jîna Emînî bû sembola tevgera azadiyê û bi dirûşma ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ li hemû cîhanê belav bû.
Basnews
