• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îran: Zêdetir ji 4 miliyon bawermend çûne Îraqê

Gulan Media September 8, 2023 Nûçe
Îran: Zêdetir ji 4 miliyon bawermend çûne Îraqê

Dibêje bila di vegerê de lezê nekin.

Fermandarê hêzên ewlekarî yên Îranê Serdar Ehmedreza Radan di çarçoveya serdana xwe ya bo deriyên sînorî yên di navbera Îraq û Îranê de diyar kiriye ku, îsal bawermendên Îranî pîvaneke dîrokî tomar kirine û bo cara ewil ewqas bawermendên Îranî diçin Îraqê.

Radan diyar kiriye ku, îsal zêdetir ji 4 miliyon bawermendên Îranî bo Erebînê çûne Îraqê û ev yek jî zêdetirîn hijmarek ku, heta niha hatiye tomarkirin.

Ev rayedarê Îranî daxwaz ji welatiyên Îranî kiriye daku, di dema vegerê de lezê nekin û eger derfeta wan hebe roja înê nevegerin jiber ku, tevahiya deriyên sînorî gelek qerebalixin.

 

Top