• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bi fermana Mesrûr Barzanî rêveberiyeke nû li Îdareya Raperînê tê vekirin

Gulan Media September 7, 2023 Nûçe
Bi fermana Mesrûr Barzanî rêveberiyeke nû li Îdareya Raperînê tê vekirin

Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rêveberiyeke nû ya Îdareya Raperînê tê vekirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan îro 6ê Îlona 2023an belav kir, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêveberiya Giştî ya Rêyên ya ser bi Wezareta Avakirin û Niştecihbûnê li Îdareya Serbixwe ya Raperînê tê vekirin.

Da zanîn jî, vekirina vê rêveberiya nû, bi mebesta serperiştîkirin û çavdêrîkirina projeyên rê, avedankirin, niştecihkirin û gihandina xizmetguzariyan ji bo welatiyan û bihêzkirin û piştevanîkirina îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê ye.

Destnîşan kir jî, Rêveberiya Giştî ya Rê, dê ser bi Wezareta Avedankirin û Niştecihkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve be.

 

Basnews

Top