• Tuesday, 17 February 2026
logo

Karmendekî Dijî Terorê yê YNKê ji ber teqekirina xwepêşanderên Kerkûkê hat girtin

Gulan Media September 6, 2023 Nûçe
Karmendekî Dijî Terorê yê YNKê ji ber teqekirina xwepêşanderên Kerkûkê hat girtin

Medyaya Heşdî Şeibî îro Sêşemê ragihand, karmendekî Dijî Terorê yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi tometa derbasbûna xwepêşanderan û teqekirina hêzên ewlehiyê hatiye girtin.

Sabrin News ku kanala Heşdî Şeibî ye, wêneya nasnameya şervanê YNKê yê Dijî Terorê Renzer Nazim Tahir ku ser bi Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê ya YNKê ye û wêneyekî çeka ku wî di nav hêzên YNKê de ye û teqe li xwepêşanderan kiriye belav kiriye.

Di rojên derbasbûyî de çend berpirsên YNKê, xortên kurd ên Kerkûkê wek kesên nerazî bi nav kirin û bi hilgirtina çekan û teqekirina hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê tohmetbar kirin.

 

Basnews

Top