• Tuesday, 17 February 2026
logo

Di lehiyên Tirkiyê de 4 kesan canê xwe jidest dan

Gulan Media September 6, 2023 Nûçe
Di lehiyên Tirkiyê de 4 kesan canê xwe jidest dan

 Di lehiyên Stenbol û Kirklareliyê de, 4 kesan canê xwe jidest dan û nêzikê du hezar kargeh û avahî di bin avê de man.

Li bajarê Stenbolê ji ber barana bihêz ya şeva borî lehî rabû. Lehî zêdetir zerer gihande bajarokên wekî Başakşehîr, Kuçukçekmece û Arnavutkoyê.

Parêzgeha Stenbolê di derheqê karesatê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, du welatiyan canê xwe jidest dane, 12 welatî birîndar bûne. Herwiha hezar û 754 avahî û kargeh di bin avê de mane.

Ji aliyekî din ve, li Stenbolê ji ber lehiyê geştên metroyan rawestiyaye û sibe jî dê li 19 bajarokan kahreba were qutkirin.

Hat zanîn jî, li bajarokê Kirklareliyê jî di encama lehiyê de du kesan canê xwe jidest dane û çar kes jî winda ne.

 

K24

Top