Li ser fermana Mesrûr Barzanî projeya stratejîk a av a Akrê destpê dike
Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî projeya av a Akrê destpê dike û wezîrê şaredarî û geştûguzariyê jî dibêje: ‘’Proje yek ji projeyên stratejîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û av a Akrê û çend cîhên din dê dabîn bike.’’
Duh 04.09.2023yê Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî li gel Rêveberê giştî yê Av û Kanal Arî Ehmed û Rêveberê Giştî yê Plandanan û Dûvçûnê Nizar Temer, bi armanca ji nêzîk ve agahdar bûn û dûvçûna pêngavên destpê kirin û bilezkirina ji bo temamkirina projeya av a Akrê serdana bajarê Akrê kirin û serdana projeyê kirin.
Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî serdana beşên projeyê kir û dûvçûn li ser kar û pirsgirêkên projeyê kir û amaje bi wê yekê kir ku av a Akrê yek ji projeyên stratejîk û mezin ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewam bixwe dûvçûn li ser temam kirina projeyê dike.
Projeya av a Akrê di demjimêrek de şiyana wê ya berhemanîna 3000 metre sêca heye û xercê giştî yê projeyê jî nêzîkî zêdetir ji 100 milyar dînar e û pirsgirêka kêmaviya Akrê dê çareser bike.
Sasan Ewnî amaje bi wê yekê jî kir, bi keyfxweşî ve naha li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî lez ji bo temam kirinê tê kirin û pirsgirêkên li pêş projeyê jî tên çareser kriin û di heyama çend mehên pêş de dê bê temam kirin û av a vexwarinê ji bo rûniştvanên bajarê Akrê û çend cîhên din ên sînorê Akrê dê bê dabîn kirin.
Piştre jî Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî li gel şîrket û kompanya cîhbicîhkar civiya û behsa giringiya projeya Akrê û derdora wê kir, di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi cîdiyeta Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo temam kirina projeyê kir û amaje bi wê yekê jî kir ku Serokê Hikûmetê dixwaze bilez ew karên ku mane bên temam kirin û bikeve xizmeta rûniştvanên Akrê û derdora wê de. Derbarê nûjen kirin û guhertina tora av a Akrê de jî diyar kir piştî temambûna projeyê, karê hûrgilî ji bo nûjenkirin û guhertina tora av a bajarê Akrê dê bê kirin.
Basnews
