• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îsraîl balyozxaneya xwe li Behreyînê vekir

Gulan Media September 5, 2023 Nûçe
Îsraîl balyozxaneya xwe li Behreyînê vekir

Welatên Erebî têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal dikin.

Wezareta derve ya Îsraîlê ragihandiye ku, normal kirina têkiliyên welatên erebî li gel Îsraîlê berdewame û di vê çarçoveyê de jî duhê duşem bi beşdariya wezîrên derve yên Îsraîl û Behreyînê, balyozxaneya Îsraîlê li Behreyînê hatiye vekirin.

Duhê wezîrê derve yê Îsraîlê bo cara ewil û bi mebesta vekirina balyozxaneya welatê xwe serdana Menameya paytexta Behreyînê kiribû.

weke tê zanîn li serdema desthilatdariya Trump de di navbera Îsraîl û welatên Erebî de rêkeftinek bi navê rêkeftina Îbrahîm hatibû îmzekirin û li ser esasê vê rêkeftinê gelek welatên erebî têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal kirine.

Top