• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mezlûm Ebdî: Vê rewş were kontrol kirin

Gulan Media September 5, 2023 Nûçe
Mezlûm Ebdî: Vê rewş were kontrol kirin

Dibêje me hêzeke zêdetir şandiye deverê.

Fermandarê giştî hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî derbarê alozî û pevçûnên li Dêra Zorê û derdorê de peyamek belav kiriye.

Ebdî eşkere kiriye ku, HSD bo normal kirina rewşê û parastina aştiya civakî çi ji destê were dike û niha hêzeke zêde şandiye deverê û em rê nadin aştiya civakî û rewşa biewle ya wan deveran jiber berejwendiyên hin aliyan were alozkirin.

Weke tê zanîn bi handana hin welatên derdor bi taybetî Îran û Tirkiye, ev çend roje li Dêra Zorê û derdorê bi hinceta girtina Fermandarê leşkeriya Dêra Zorê yaku, HSD dibêje gendelî û bazirganiya madeyên hişber kiriye, komên çekdar dest bi şerê dijî HSD û dizî kirin ji navendên giştî kirine û niha jî pevçûn didomin û HSD jî heta niha gelek gund û navçe ji destê wan çekdaran derxistiye û di pêşrewiyê deye.

Top