Encûmena Wezîran a Iraqê biryar da ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne
Encûmena Wezîrên Iraqê biryar da, mehane 500 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne.
Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî îro 3ê Îlonê ji K24ê re ragihand, Encûmena Wezîrên Iraqê biryar daye mehane 500 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne.
Li gorî biryara Encûmena Wezîrên Iraqê, ew pere bi awayê “mînhe” bo heyama sê mehan bo Herêma Kurdistanê bê şandin, heta yekalîkirina danûstandinên cîbicîkirina yasaya bûdceyê.
Wî Parlamenterê Iraqê got: Di civîna Encûmena Wezîrên Iraqê de, biryar nûkirina girêbestên her du parzûngehên Kar û Qeywan pesend kirin.
Ji aliyekî din ve, endamê Komîta Darayî ya Parlamentoya Iraqê Îxlas Dilêmî ji K24ê re aşkere kir ku piştî çareserkirina pirsgirêkên her du aliyan, pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê bi tevahî dê bê şandin.
K24
