• Tuesday, 17 February 2026
logo

KERKÛK - Berî şehîdbûna xwe : Kerkûk Kurdistan e

Gulan Media September 2, 2023 Nûçe
KERKÛK - Berî şehîdbûna xwe : Kerkûk Kurdistan e

Ciwanê Kurd ê Kerkûkê Hawkar Ebdullah îro êvarî berê şehîdbûna xwe di dema xwepêşandanan de ji Rûdawê re axivî: "Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye."

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên PDKyê ji roja 28ê Tebaxê  ve, li Kerkûkê rêya Kerkûk-Hewlêrê girtiye.

Li wî bajarê Başûrê Kurdistanê Kurdan li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xist û nerazîbûna xwe nîşan da.

Di xwepêşandanên Kurdan de ciwanê bi navê Hawkar Ebdullah ê 35 salî, bi guleya li dilê wî ketiye şehîd bû.

Herwiha  8 kesên din jî birîndar bûn.

Pismamê Hawkar Ebdullah ê bi navê Ehmed Ferhad ji Rûdawê re got, Hawkar  sala 1985ê li Kerkûkê ji dayik bûye û 4 zarokên wî hene.

Ehmed Ferhad da zanîn cenazeyê pismamê wî dê îşev li goristana Rehîmawayê were veşartin. 

Hawkar Ebdullah berî şehîdbûna xwe ji Rûdawê re axivî:

“Ez wek kesekî Kurd hatime vir, ne ji bo parastina PDK û YNKyê.  Ez ji bo wê yekê hatime ku me helwestek hebe.

Ez bang li serokên Kurdan dikim:

Divê birêz Şaxewan Ebdullah, Aso Mihemed banga aramkirina rewşê bikin.  Eger wiha berdewam bike dê şerê etnîkî rû bide.

Ji hemû cîhanê re hate îspatkirin ku Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye.  Tirkmen û Ereb Kerkûkê têk dide.

Kerkûk bajarê Kurdistanê ye û Kurd hewl didin aramiyê biparêzin lê ew dixwazin rewşê xera bikin.”

 

Rudaw

Top