• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şeva borî hejmarek navçeyên Herêma Kurdistanê bi firokeyan hatin bombebarankirin

Gulan Media September 1, 2023 Nûçe
Şeva borî hejmarek navçeyên Herêma Kurdistanê bi firokeyan hatin bombebarankirin

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, derengê şeva bor sînorê bajarokê Êswe yê li Pişderê û sînorê gundê Gelale yê navçeya Şarbajêr a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi firokeyan hatin bombebarankirin.

Peyamnêrê me eşkere kir, li navenda herdu îdareyên Raperîn û Şarbajêr dengên firokeyan hatin bihîstin, ligel firîna firokeyan bi nizmî li asmanê Ranye.

Li gor zanyariyan, firokeyan çend otomobîl kirine armanc, heta niha ziyanên giyanî û maddî nayên zanîn.

Ev di demekê de ye ku 27ê meha borî, ji ber bombebaran dronên Tirkiyê, li qezaya Pênciwên sê çekdarên PKKê hatin kuştin.

 

K24

Top