• Tuesday, 17 February 2026
logo

Dîndar Zêbarî: Divê bikerên trajediya tawanên dirindane yên DAIŞê rûbirûyî yasayan bibin

Gulan Media September 1, 2023 Nûçe
Dîndar Zêbarî: Divê bikerên trajediya tawanên dirindane yên DAIŞê rûbirûyî yasayan bibin

Konferansek li Hewlêrê li ser lêkolîna tawanên DAIŞê yên li dijî civaka Mesîhî ya li Iraqê birêve çû, Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî diyar dike, ji bo pêkanîna dadperweriyê bo civaka Mesîhî, divê bikerên trajediya tawanên dirindane yên DAIŞê rûbirûyî yasayan werin kirin.

Îro Pêncşemê 31ê Tebaxa 2023an, li Hewlêrê konferansek li ser lêkolîna tawanên DAIŞê yên li dijî civaka Mesîhî ya li Iraqê hat lidarxistin, ku Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî yê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Şêwirmendê Taybet ê Serokê Tîma Neteweyên Yekbûyî bo Lêkolîna Tawanên DAIŞê (UNITAD) Cristian Richer, Konsulê Giştî yê Fransayê yê bi wekalet li Hewlêrê, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê û Serokê Komîsyona Dadperwerî ya Navdewletî, beşdar bûn.

Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî di konferansê de gotarek pêşkêş kir li ser pêkanîna dadperweriyê ji bo qurbaniyên civaka Mesîhiyan û dadgehîkirina terorîstên DAIŞê û wek pêwîst zanî ku xweragiriya civaka Mesîhî li dijî tawanên DAIŞê bilind were nirxandin û ragihand, ji bo pêkanîna dadperweriyê ji bo civaka Mesîhî divê bikerên trajediya tawanên dirindane yên DAIŞê rûbirûyî yasayan werin kirin û got, "piştî sala 2003an, welatiyên Mesîhî li Deşta Neynewa û navçeyên din ên Iraqê bûne armanc".

Dîndar Zêbarî bal kişand ser êş û janên Mesîhiyan û bi bîr anî ku di havîna 2014an de pêkhateyên Êzidî û Mesîhî yên Neynewa û Şingalê ligel pêkhateyên din ketine bin dorpêça DAIŞê û di bin gefên kuştin û kolekirin û guhertina olê bi darê zorê de bi sed hezaran kes mal û milkê xwe bi cih hiştine.

Zêbarî di gotara xwe de bal kişand ser alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û eşkere kir ku heta niha nêzîkî 2 hezar malbatên ser bi parêzgeha Neynewa, xwe spartine Herêma Kurdistanê û neseqamgîrî û tunebûna xizmetguzariyên pêwîst, rê li ber vegera wan a bo cih û warê xwe digre.

Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê qurbaniyên mezin dane û nêzîkî 1810 şehîd û zêdetirî 10369 birîndarên Pêşmerge hene, ku ev nîşaneya berevaniya Kurdistanî ya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê.

 

K24

Top