Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Darayî yê Iraqê dicivin
Îro 31.08.2023yê şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku duh geheştibû Bexdayê îro li gel Wezîrê Darayî yê Iraqê dê bicive.
Li gor zanyariyên BasNewsê civîna şeva borî heta nêzîkî 02:00ê serê sibehê berdewam bû, lê heta naha diyar nebûye gelo geheştine rêkeftinê yan na.
Herwaha li gor heman zanyariyên BasNewsê: Biryare îro şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexda bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî, li gel Wezîrê Darayî yê Iraqê bicivin û derbarê yasaya budce û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de berdewamiya gotûbêjan bikin.
Basnews
