• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Şingalê du kes canê xwe ji dest dan

Li Şingalê du kes canê xwe ji dest dan
bûyer li devera Sinûnê qewmiye
Îro danê sibê li Şingalê agir bi genimên cotkarên Kurd yên li deverê ket.

Di dema agirberbûnê de du welatiyên Kurd xwestin agirê vemirênin lêbelê jiber agirê ev her du welatî jî şewtîn û canê xwe ji dest dan.

Bûyer li nahiyeya Sinûnê ya ser bi Şingalê qewmiye û ev du welatî dema xwestine agirê vegmirênin şewitîne û roxmê hewlên nûşdaran li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dane.

Top