• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îraq radaran ji Franseyê dikire

Gulan Media August 30, 2023 Nûçe
Îraq radaran ji Franseyê dikire

Serokwezîrê Îraqê û Serokê Franseyê bi rêya telefûnê peyvîne.

Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, duhê bişev Serokwezîr Mihemed Sûdanî bi rêya telefûnê li gel Serokkomarê Franseyê Emanuel Macron peyviye.

Di peywendiya han ya telefûnî de giftûgo li ser têkiliyên navbera Franse û Îraqê, şerê dijî DIŞIê û hevkariya navbera her du aliyan hatiye kirin.

Her di peywendiya han de her du alî giftûo li ser amadekariyên lidar xistina 3mîn konferansa taybet bi Îraqê yaku, li Bexdayê tê lidarxistin kirine.

Di beşeke dinya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, di peywendiya han ya telefûnî de giftûgo li ser mijara kirîna sîstemên radar ji Franseyê jî hatiye kirin û Serokwezîrê Îraqê gotiye bi wan sîsteman emê asmanê Îraqê bi temamî kontrol bikin.

Top