Parlamenterek: Vegera PDKê bo Kerkûkê hêz û serbilindî û hêviye ji bo xelkê niştimanperwer ê bajêr
Parlamenterê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Weysî Seîd Weysî ragehand, vegerandina binkeyên PDKê yên li Kerkûkê, dê bibe sedem nasnameya Kurdistanîbûna bajar bê parastin.
Weysî Seîd Weysî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kerkûk, pirsa ax û niştimane û di dirêjayiya dîrokê de jî PDKê û rêbaza Barzanî di xema parastina nasnameya Kurdistanîbûna bajar de bûye. Dîrok ev rastî îspat kiriye ku çawa Barzaniyê nemir rijdbûye li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê û ti demekê amade nebûye li ser vê yekê jî lihevkirinek cuda bike. Çawa mirov nikare bê dil jiyan bike, herwisa jî gelê kurd nikare bê Kerkûk bijî. Ji ber wê jî bajar bûye sembolek û hemû demê bîranînên takê kurdî de wek nasnameyekî netewî lê tê nêrandin. Ji ber wê jî di dema gotûbêjên li ser rêkeftina 11ê Adarê de Barzaniyê nemir rê neda bi ti awayekî gotûbêj li ser Kerkûkê bên kirin.’’
Herwaha got: ‘’Serok Mesûd Barzanî di pirtûka dîrokî ya ‘’Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd’’ de behsa bûyerekî dike ku dema mohr kirina rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê de şandeya hikûmeta Iraqê dema gotûbêjan de derbarê pirsa bajarê Kerkûkê de pirs dikin gelo Kerkûkê dê ser kîjan alî be, ji ber Kerkûk ne Kurdistanê, wê rûniştinê de Barzaniyê nemir bi tundî bersiva wan da û ji wan re got: ‘’Kerkûk Kurdistane, xwe ji wê gotinê dûr bixin ku dibêjin Kurdistan nîne, bibêjin me Kerkûk dagirkiriye û heta yek kurd jî li Kerkûkê bimîne, Kerkûk her Kurdistanê û baş bizanin ku em ti carê dest ji Kerkûkê bernadin. Ji ber wê helwêstê jî pir nemabû ku gotûbêj hemû têk biçin.
Weysî Seîd Weysî got: ‘’Giringe hemû aliyek baş vê rastiyê bizane ku ji ber xiyanetê bajarê Kerkûkê hatiye dagirkirin. Lê eger yek kurd jî têde hebe dê Kerkûk her wek Kurdistan bimîne û ti hêz û aliyek nikare bi zora çek û erebkirinê û li ser wê jî lihevkirinê bike. Ez piştrastim ku vê carê jî xelkê xwedî helwêst û niştimanperwer ê Kerkûkê vê helwêsta dilsozane ya PDKê dê xelat bike.’’
Basnews
