• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Amerîkayê di du rojan de 2 senatorên berê kuştî hatin dîtin

Li Amerîkayê di du rojan de 2 senatorên berê kuştî hatin dîtin
Di nava du rojan de li herdu eyaletên Arkansas û Oklahoma du senatorên berê di malên xwe de kuştî hatin dîtin, polîsan li ser kujeran zanyarî belav nekirine.



Li Arkansasê termê Senatora berê ya ser bi Partiya Komariyan Linda Collins-Smith li mala wê hat dîtin ku nîşanên guleyan li ser laşê wê diyar bûn, rayedarên wê eyaletê dibêjin, ew jin bi destê endamekî malbata xwe hatiye kuştin.



Linda Collins-Smith berê ser bi Partiya Demokratan bû, piştre derbasî Partiya Komariyan bû û di sala 2014an de weke Senatora Eyaleta Arkansas hat diyar kirin.



Li Oklahoma jî Senator Jonathan Nichols ê temen 53 salî ku ew jî kesekî komarî bû, li mala xwe kuştî hat dîtin, nîşanên guleyan li ser laşê wî senatorî ve jî diyar bûn.



Hat ragihandin ku lêkolînên derbarê kuştina wan herdu senatoran de berdewam in.

Rudaw
Top