• Tuesday, 17 February 2026
logo

Viyan Sebrî: Iraq bi hizra şoven pêbendî madeyên destûrê nebûye

Gulan Media August 30, 2023 Nûçe
Viyan Sebrî: Iraq bi hizra şoven pêbendî madeyên destûrê nebûye

Serok Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji BasNewsê re ragehand, hikûmetên yek li dû yek ên Iraqê berdewam soz dane ku mafên rewa yên netewa kurd bidin, lê sozên wan nebûne kiryar. Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê behsa têgeheştina Iraqê ya li hember Herêma Kurdistanê jî dike.

Seroka Fraksiyona PDKê Viyan Sebrî ragehand: ‘’Elbet li gor madeya 132 ya destûrê ku di isala 2005ê de hate pejirandin, pêwîstbû hikûmeta federal a Iraqê li hember ew xelkê qurbaniyên enfala Kurdistanê hest bi berpirsyartiya xwe kiriba, lê gelek mixabin heta naha  Hikûmeta Iraqê ew hestê xwe berpirsdîtinê nîşan nedaye. Tişta herî zêde mirov diêşîne ew e ku Hikûmeta Iraqê bixwe madeya 132 ya destûrê pejirand, lê dîsa jî bi wê ve girêdayî tevnagere.’’

Herwaha got: ‘’56 madeyên destûra Iraqê heta naha nehatine cîhbicîh kirin, gelek caran me teqez kiriye ku ew madeyên destûrê bi dengên xelkê Iraqê hatine pejirandin û Hikûmeta Iraqê li hember gel bixwe bêxem e, ji ber madeyên destûrê bi dengên xelkê hatine pejirandin û hikûmet jî cîhbicîh nake.’’

Viyan Sebrî diyar kir: ‘’Hizra navendparêzî û hizra şovenî ya Iraqî bûye sedem ku madeyên destûrê neyên cîhbicîh kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li gor şiyana xwe xizmeta kesûkarên şehîd û enfalbûyan kiriye, lê erkê mezin ê niştimanî li ser milê Hikûmeta Iraqê ye ku kesûkarên enfalbûyan bên qerebû kirin.’’

 

Basnews

Top