Lîwa Mihemed Salih Hemewendî: Neyar dibêjin eger PDK vegere Kerkûkê ango kurd vegeriyan
Şarazayê leşkerî ragehand, piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê artêşa Iraq û milîsên Heşdî Şeibî Kerkûk dagirkirin û dest bi ser binkeya Mekteba Rêxistinî ya PDKê ya Kerkûk – Germiyanê de girtin. Herçend biryar bû binke radestî PDKê bê kirin, lê milîsên Heşdî Şeibî xwepêşandan rêkxistin, ku ew binke radestî PDKê neyê kirin.
Şirovekarê siyasî û şarazayê leşkerî Lîwa Mihemed Salih Hemewendî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew heznakin PDK vegere Kerkûkê, ji ber dizanin PDK nav Herêma Kurdistan û Iraqê partiyekî bihêze û baweriya navxwe û navnetewî wergirtiye. Herwaha hemû welatên cîhanê hemahengiyê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dikin, ku PDK nav hikûmetê de partiya yekem e û xwedî pêgehekî bihêz e. Ji ber wê jî milîsên Heşdî Şeibî wisa difikirin ku eger PDK li Kerkûkê binkeyê wê hebe, ew tê wê wateyê ku hebûna Kurdan heye. Eger PDK binkeyê xwe nav Kerkûkê de nebe, ew wisa dizanin ku kurd lewaze û pêgeha wî nemaye.’’
Herwaha got: ‘’Erebên şoven ji dema hene dijatiya kurdan kirine, milîsên Heşdî Şeibî û neyarên kurdan wisa dizanin ku eger careke din PDK vegere Kerkûkê ew tê wê wateyê ku kurd vegeryan bo Kerkûkê, ku axa Kurdistanê ye. Ya din jî PDK bi mercê xwe yê taybet vedigere Kerkûkê. Bê guman hemû merc jî hatine qebûl kirin, lê pêwîste em hemû vê rastiyê bizanin ku PDK ew partî nîne ku xwe radest bike û nevegere bajarê Kerkûkê. Berevajî wê PDK ti demekî xwe radest kirin qebûl nekiriye û bi serbilindî dê vegere Kerkûkê.’’
Lîwan Mihemed Salih Hemewendî got: ‘’Cenabê Serok Barzanî take rêberê gelê kurd e ku hemû welatên cîhanê bi giringî ve li rol û xebat û tekoşîna wî rêberê mezin ê gelê me dinêrin. Ji ber Serok Barzanî derveyî xwedî rolekî merciya netewî ye, serokê wê partiyê de ku hîsterî ji bo erebên şoven çêkiriye. Ewên duh li ser rêya Kerkûk û Hewlêrê çalakî kirin û rê daxistin, şoven û alîgirên Heşdî Şeibî bûn, ewbûn ku çavê wan bi Kurdistan û PDKê ranabe.’’
Basnews
