Almanya - 30 xwendevanên Kurd hatin xelatkirin
Xwandevanên zimanê Kurdî û derçûyên bakeloriyayê li bajarê Herneyê yê Almanyayê ji aliyê Komeleya Asoyê ve hatin xelatkirin.
Komeleya Aso, komeleyeke civaka sivîl a Kurdî ye û li bajarê Herneyê yê Almanyayê ji aliyê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ve hatiye avakirin.
Merasîma derçûnê ya wan xwendevanan bi beşdariya dê û bavên xwendevanan bi rê ve çû.
Dê û bav, hevbîr û dostên xwe ji bo xelatkirina 30 xwandevanên kurseke 8 mehî ya zimanê Kurdî û derçûyên bakeloryayê yên sala xwandinê ya 2022-2023yan hatine vexwendin.
Mamosteyê zimanê Kurdî Armanc Hacî got, “Me xwest em perwerdehiya zimanê Kurdî li vî bajarî bidin keç û xortên xwe.
Ez dikarim bibêjim di 8 mehan de me karîbû asta hînkera yekemîn bidin ciwanan.
Me asta seretayî da zarokên biçûk. Temenê wan di navbera 10 heta 20 salî de bûn.”
“Ez rojê 15 saetan vala nedibûm”
Xwendevanê bi navê Elind tenê 6 sal e li Almanyayê ye. Di gel karkirina 8 demjimêran a rojane kariye bakeloryayê bi dawî bike.
Heriwha Elind li Zanîngeha Bochumê hatiye qebûlkirin û ji Çiriya Pêşîn ve dê li koleja endazyariyê bixwîne.
Xwendevan Elind got “Min 6 salan xwend û min li berê jî kar dikir.
Ez her roj 8 saetan dişixwilîm û li berê jî rojê min 7 saetan dixwend. Rojê ez 15 saetan vala nedibûm.
Yanî wext gelekî teng bû lê tevî kû dem gelekî teng bû jî, min bi xêr û silamet bi notên gelekî baş xelas kir.
Bi xêr û silamet di 1ê meha 10an de ezê dest bi endezyariya avahîsaziyê bikim.”
Beşdarbûyê xula zimanê Kurdî Xidir Ebdo diyar kir “Ez 8 mehan çûm kursa zimanê Kurdî. Ez hînî tîp û peyvan bûm.”
Bepirsên Komeleya Asoyê naveşêrn ku ew hemû ji Rojavayê Kurdistanê ne lê wan got deriyê wan ji bo Kurdên dever û parçeyên din ên Kurdistanê re jê vekiriye.
“Ji bo ku zarokên me wenda nebin me ev komele ava kir”
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Asoyê Agrî Çelebî got:
“Rêya me li pêşiya her kesî vekiriye lê bêtir ên ku hatine Kurdên me yên Rojava ne.
Em ên nû 2015an ji ber vî şerî reviyan û hatine. Me dît ku zarokên me wenda dibin. Avakirina vê komeleyê ji bo vî tiştî bû.”
Kurdên li Almanyayê dikarin li dibistanên fermî jî Kurdî bixwînin
Kurdên ku li Almanyayê dijîn dikarin zimanê Kurdî li dibistanên fermî jî bixwînin.
Li aliyê din, ji bo vekirin û pêşkêşkirina waneyên ziman, kultur û muzîka Kurdî roleke mezin a komeleyên diyasporayê yên Kurdî heye.
Rudaw
