16. Pêşangeha Tirî û Hinguv li Duhokê tê lidarxistin
16. Pêşangeha Tirî û Hinguv di 20î meha Îlonê de li Duhokê tê lidarxistin. Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Duhokê jî diyar dike, 35 cotkar û 35 mêşvan dê beşdarî pêşangehê bibin.
Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Duhokê Ehmed Cemîl ji K24ê re ragihand: “Roja Çarşemê 20.09.2023an bi piştevanî û serpereştiya Parêzgarê Duhokê Elî Tetar, 16emîn Pêşangeha Tirî û Hinguv li Family Mall a Duhokê tê sazkirin.”
Li gorî Ehmed Cemîl, îsal 35 cotkar û 35 mêşvan dê beşdarî pêşangehê bibin. Da zanîn jî, armanca pêşangehê “piştgiriya sektora taybet û hilberên navxweyî ye.”
Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Duhokê; Li Duhokê 125 cureyên tirî hene û salane 35 hezar ton tê berhemanîn. Herwiha salane zêdetirî 350 ton hinguvê herêmî li gund û deverên çiyayî yên parêzgehê, tê berhemanîn.
Bi gotina Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Duhokê, ji ber pêla sermayê ya ku berê Herêma Kurdistanê girtibû; tê pêşbînîkirin ku îsal berhemanîna tirî û hinguv li Duhokê li gorî par kêmtir be.
K24
