• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Konyayê bi hêza 4.8 erdhej rû da

Gulan Media August 29, 2023 Nûçe
Li Konyayê bi hêza 4.8 erdhej rû da

Li bajarê Konya yê Tirkiyê erdhêjek bi hêza 4.8 pileyan li ser pîvera Richterê rû da.

Li gor ragihandina Rêveberiya Rewşa Awarte û Karesatan (AFAD), îro danê sibe demjimêr nêzîk 8 li bajarokê Kuluyê yê ser bi bajarê Konyayê ve erd hejiyaye.

Diyar kir, hêza erdhejê 4.8 pile bû û 13.57 kîlometre di bin erdê de rû daye.

Xelkê li Enqereyê, Çankiriyê û Kirikaleyê jî hest bi erdhejê kirine û li gor zanyariyên destpêkê ti ziyanên canî û madî nebûye.

 

K24

Top