• Tuesday, 17 February 2026
logo

20 hezar kes ewlekariya Erbeyînê diparêzin

Gulan Media August 29, 2023 Nûçe
20 hezar kes ewlekariya Erbeyînê diparêzin

Çarşem merasîma Erbeyînê tê lidarxistin.

Biryare roja çarşemê 30ê Tebaxê li Îraqê merasîma mezin ya Erbeyînê were lidarxistin û di merasîma îsal de gelek kes beşdarin û bi tenê zêdetir ji 1 miliyon bawermendên Îranî jî di vê merasîmê de beşdarin.

Di vê derbarê de rayedarên Îraqî ragihandiye ku, tevahiya amadekariyên pêwîst bo merasîma Erbeyînê hatine kirin û parastina ewlekariya bawermendan xaleke girîng û serekeye lewre bo vê yekê 20 hezar kes ji hêzên ewlekarî hatine pîwerdarkirin.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, tê payîn 5 miliyon bawermend ji derveya Îraqê bo beşdarî di erbeyînê de amade bin.

 

 

Top