• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berdevkê NYyê: Divê hemû dewlet welatiyên xwe yên li kampên Sûriyê û Îraqê wergirin

Gulan Media August 29, 2023 Nûçe
Berdevkê NYyê: Divê hemû dewlet welatiyên xwe yên li kampên Sûriyê û Îraqê wergirin

 Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric got “Em daxwaz ji welatan dikin hemwelatiyên xwe yên li kampên Sûriyê û Îraqê wergirin.

Bi hezaran jin, zarok û malbatên DAIŞê yên biyanî li kampên Rojavayê Kurdistanê û Îraqê dimîn.

Stephane Dujarric Divê welatên cîhanê hest bi berpirsiyariyê bikin, bi taybet li hember malbat, jin û zarokên ku li kampên Sûriye û Îraqê dimînin.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê Sînan Tuncdemîr da.

Rûdaw: Pirsa min derbarê Sûrîyê û DAIŞê de ye. Pirsgirêka terorîstên DAIŞê yên biyanî ku di girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de tên girtin pirsgirêk pir mezin û tevlihev e. Tu çi difikirî ango Netweyên Yekbûyî (NY) ji dewletan daxwaz dike ku bila berpirsiyariya xwe nîşan bidin û endamên DAIŞê werbigrin û li welatên xwe darizandinê bikin. Çareserî çî ye li gor NYyê?

Stephane Dujarric: Pirsgirêk gelek girîng e. Ji ber vê yekê jî me bi awayek zelal got ku divê ew dewlet berpirsiyariya xwe ji bo hemwelatiyên xwe nîşan bidin.

Bi taybetî jî ji bo malbat, jin û zarokên ku li paş de mane yên ku li kampên li Sûriyê û Îraqê dimînin. Hin dewletan welatiyên xwe wergirtin lê gelek girîng e ku divê hemû dewlet welatiyên xwe wergrin.

 

Rudaw

Top