• Saturday, 14 February 2026
logo

Ji sedî 70ê Kurdên Êzdî venegeriyane mal û warên xwe

Ji sedî 70ê Kurdên Êzdî venegeriyane mal û warên xwe
Roja Pêncşemê 13 Kurdên din ên Êzdî ji Rojavayê Kurdistanê bo Şingalê hatin vegerandin, ji wê dema ku pêgeha dawî ya DAIŞê li Sûriyê hat kontrolkirin, hejmarek Kurdên Êzdî bo nav kes û karên wan hatin vegerandin.



Li gor amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê, heta niha jî çarenivîsa 2 hezar û 941 kesan nediyar e.



Peyamnêrê Rûdawê yê Duhokê Eyûb Nesrî got: "Li gor amarên nû yên Ofîsa Rizgarkirina Kesên Revandî û Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzdiyan, ji 6 hezar û 417 kesan, ku 13ê Tebaxa 2014ê ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin yan wek dîl ketine destê DAIŞê, 3 hezar û 476 kes hatine rizgarkirin, ji wê hejmarê hezar û 920 zarok in û heta niha jî çarenivîsa 2 hezar û 941 kesan nediyar e."



Peyamnêrê Rûdawê dibêje, her li gor heman amaran, di encama êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê de 2 hezar û 745 zarokan dayîkên xwe, bav an jî herduk ji dest dane, 360 hezar Kurdên Êzdî koçber û derbider bûne, wate ji sedî 70ê Kurdên Êzdî venegeriyane mal û warên xwe, 550 hezar kes ji wan hê li Başûrê Kurdistanê ne û zêdeyî 100 hezar kes ji wan çûne derveyî welat, 68 mezargehên Kurdên Êzdî jî hatine wêrankirin.



Peyamnêrê Rûdawê dibêje, herçiqas pêgeha dawî ya DAIŞê li Sûriyê hatiye kontrolkirin, lê ser rênmayiyên Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hewlên Ofîsa Rizgarkirina Kesên Revnadî ku sala 2014ê piştî êrîşên DAIŞê hat vekirin, bo rizgarkirina Kurdên Êzdî berdewam dibe heta çarenivîsa wê hejmara maye diyar dibe.


Rudaw
Top