• Tuesday, 17 February 2026
logo

Fransa li dibistanan pêçana laçikê qedexe kir

Gulan Media August 28, 2023 Nûçe
Fransa li dibistanan pêçana laçikê qedexe kir

Wezareta Perwerdehiyê ya Franseyê ragihand ku êdî destûr nayê dayîn ku xwendekarên Misilman li dibistanên Fransî laçik/rûseriyê li xwe bikin û got ku ew li dijî qanûnên perwerdehiyê yên Fransayê ye.

Wezîrê Perwerdehiyê yê Fransayê Gabriel Atal roja yekşemê got ku ji ber ku li dijî qanûnên perwerdehiyê yên Fransayê ye, êdî destûr nayê dayîn ku xwendekarên Misliman li dibistanên Fransî laçikê li xwe bikin.

Wezîrê perwerdeyê yê Fransî got ku wî rêgezên niştimanî yên zelal dane rêvebirên dibistanan berî ku di meha Îlonê de vegerin dibistanê

Ev biryar di demekê de tê ku diyardeya laçikê li dibistanên Fransayê gelekî zêde bûye.

Wezareta Derve ya Fransayê got: "Pêşnûmeya qanûnên nû li dijî ti kesî nabin."

Berê jî serjêkirina mamosteyekî li Fransayê ji ber xêzkirina karîkatorê pêxemberê Îslamê, aloziyên navbera Fransa û çend welatên îslamî, çendîn êrîş li Fransayê hatibûn kirin.

Ji wê demê ve Fransa niyeta xwe ya guhertina hin qanûnên xwe eşkere kiriye.

 

Basnews

Top