• Tuesday, 17 February 2026
logo

Balefirgeha Helebê ji kar hat xistin

Gulan Media August 28, 2023 Nûçe
Balefirgeha Helebê ji kar hat xistin

Îsraîl bi dijwarî ev balefirgeha han bordiman kiriye.

Çapemeniya Sûrî belav kiriye ku, îro duşem danê sibê zû balefirên cengî yên Îsraîlî ji aliyê Rojavayê Laziqiyeyê ve êrîşeke berfire anîne ser balefirgeha Helebê.

Çapemeniya Sûrî her çend behsa kuştî û birîndarên êrîşê nekiriye lê diyar kiriye ku, jiber bordimana dijwar ya balefirgehê, tevahiya liv û tevgerên vê balefirgehê hatine rawestandin û balefirgeh ji kar hatiye xistin.

 

Top