• Tuesday, 17 February 2026
logo

Duhok – Keleha Nizarkê ku cîhê Enfala Badînan e, dibe mûzexane

Gulan Media August 28, 2023 Nûçe
Duhok – Keleha Nizarkê ku cîhê Enfala Badînan e, dibe mûzexane

Keleha Nizarkê li Duhokê ku wek sembola Enfala Badînan tê naskirin, bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dibe mûzexane.

Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter di daxuyaniyekî de ragehand: ‘’Me ti demekî nexwastiye ew cîhê ku wek Keleha Nizarkê nûjen bikin, ku gelek nexwaşî bo me çêdike û bi hezaran hemwelatiyên parêzgeha me di wê kelehê de hatine êşkence kirin û beşek ji hemwelatiyan di nav kelehê de hatine şehîd kirin. Lê ji ber ku ew kelehe wek sembola Enfala Badînan tê naskirin, bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê nûjen kirin û dê monoment ango bîrdariyekî ji bo Enfalê lê bê çêkirin.’’

Parêzgarê Duhokê diyar kir: ‘’Serokê şaredariyê hatiye peywirdar kirin ku derdora kelehê bi başî bê paqij kirin û heman demê de nav kelehê jî dê bê nûjen kirin û dê bibe mûzexane. Tişt û wêne û bîranînên Enfalê bi giştî di nav kelehê de dê bên pêşandan, ku herkesekî serdana kelehê bike, hest bi êşên Enfala Badînan bike.’’

 

Basnews

Top