Zêdetir ji 200 awareyên din yên Şingalê vegeriyan
dema xwendinê kêmtir ji (104 peyv)
A 100% A
Bi awayeke dilxwaz ji kempan vegeriyane ser malên xwe.
Wezareta koç û koçberan ya Îraqê ragihand ku, vegera dilxwaz ya awareyên Şingalî bo ser malên xwe berdewame û di vê çarçoveyê de di rojên derbasbûyî de ji nava kempên li parêzgeha Dihukê bi giştî 292 awareyên Şingalî vegeriyane cîhên xwe.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de qala vê yekê hatiye kirin ku, wezareta koç û koçberan berdewame li ser hevkarî kirin û karasanî kirin bo wan awareyên ku, dixwazin ji kempan vegerên cîhên xwe.
Roja pêncşemê jî heman wezaret eşkere kiribû ku, 117 awareyên din ji kempên mihwera Xazir vegeriyane cîhên xwe.
