Hakan Fîdan cara duyemîn bi Nêçîrvan Barzanî re civiya
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dîsa civiya.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, piştî hinek hevdîtinên li Bexdayê şevê din saet 01:30ê gihişt Balafirxaneya Hewlêrê û şev li Hewlêrê ma.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan bi beşdariya şandeyên her du aliyan li Hewlêrê. saet 10:00an civiyan.
Hakan Fîdan piştî ve hevdîtina xwe bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serok Mesûd Barzanî, Sekreterê Yekgirtûya Îslamiya KurdistanêSelahedîn Bahadîn û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya.
Îro êvarî dubare Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan dicivin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, piştî hevdîtina xwe ya duyemîn a bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re, civînên xwe yên li Hewlêrê qedandin û ji Balafirxaneya Hewlêrê ber bi welatê xwe ve çû.
Rudaw
