• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel konsulusê nû yê Amerîkayê civiya

Gulan Media August 25, 2023 Nûçe
Serok Barzanî li gel konsulusê    nû yê Amerîkayê civiya

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hate kirin.

Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Mark Straw kir.

Di civînê de Konsulusê nû yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe li hember pîwerdar kirina xwe li herêma Kuridstanê diyar kir û balkêşande ser têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê de û rola Serok Barzanî jî bo bihêztir kirina ev têkiliyên han û rûbirû bûna terorê bilind nirxand û tekez li ser berdewamiya karên hevbeş yên di navbera Amerîka û herêma Kurdistanê de kir.

Di civînê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê bo Konsulusê nû yê Amerîkayê xwest û behsa rewşa siyasî ya Îraq û deverê, metirsiyên mayîna terorê û berdewamiya hevkarî û hemahengiya navbera Amerîka û herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê û warên din yên curbicur de kir.

 

 

 

Top