• Tuesday, 17 February 2026
logo

Leşkerên Ukraynî gehêştine Kirimiya

Gulan Media August 25, 2023 Nûçe
Leşkerên Ukraynî gehêştine Kirimiya

Wezareta berevanî ya Urkaynayê ev yek pişt rast kiriye.

Piştî daxuyaniya berpirsê îstîxbata leşkerî ya Ukraynî Andrey Yusov di derbarê gehêştina leşkerên Ukraynî bo girava Kirimiyayê, wezareta berevanî ya Urkaynayê jî ev yek pişt rast kir.

Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Ukraynayê de hatiye diyarkirin ku, îro hêzên wan di çarçoveya operasiyoneke taybet  de karîne derbeke dijwar li artêşa Rûsyeyê bidin û bikevin girava Kirimiyayê yaku, beriya çend salan Rûsye ev girava han bi xwe ve ziliqandibû.

Heta niha Rûsye li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.

Top