• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de gule li 10 kesan hat reşandin, 5 kes mirin

Gulan Media August 24, 2023 Nûçe
Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de gule li 10 kesan hat reşandin, 5 kes mirin

Li eyaleta Calîfornia ya Amerîkayê li hember barrekî êrîşa çekdarî pêk hat, gule li 10 kesan ket û 5 kes ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya CBS Los Angelesê, di barreke li herêma Orange County ya Calîfornia de herî kêm 10 kes hatin gulebaran kirin.

Di raporê de hat diyar kirin, di dîmenan de herî kêm cenazeyê 2 kesan hatine dîtin.

Di rapora CBSyê de hat diyar kirin, êrîş li barreke duçerxevanekî yê li Geliyê Trabuco de pêk hatiye û vê gave hêzeke mezin ya ewlekariyê li cihê bûyerê ye.

Li gorî agahiyên ku KCAL News’ê ji çavkaniyan wergirtiye, êrîşkar ji aliyê tîmên ewlekariyê ve hatiye gulebarankirin, lê di derbarê rewşa wî kesî de agahî nehatine destxistin.

 

Basnews

Top