• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan li Hewlêrê civiyan

Gulan Media August 24, 2023 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan li Hewlêrê civiyan

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan li Hewlêrê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku hevdîtina li Hewlêrê dest pê kiriye û dê agahiyên li ser hevdîtinê werin parvekirin.

Hakan Fîdan, piştî hinek hevdîtinên li Bexdayê şevê din nîvê şevê gihişt Hewlêrê.

Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal da zanîn ku dê Fîdan bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî bicive.

Fîdan, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd re civiyabû.

 

Rudaw

Top