• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Meletiye û Agiriyê erdhejek çê bû

Gulan Media August 24, 2023 Nûçe
Li Meletiye û Agiriyê erdhejek çê bû

Tundiya erdhejê 5 pile li ser pîvana rîşter bûye.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, îro pêncşem danê sibê li navçeya Yeşilyurt ya li Meletî erdhejek bi tundiya 5 pile li ser pîvana rîşter çê bûye.

Li bajarên din jî xelk bi vê erdheja han hesiyaye.

Hate zanîn ti zirarên canî û madî yên vê erdhejê nebûne.

 Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,1 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi hêza 4,1 pileyan erdhejek çêbûye.

AFADê da zanîn ku erdhej, demjimêr 21:22yan 5,03 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Li navçeyên derdorê jî hest bi wê erdhejê kiriye.

Top